Jineke mamostaya xwendingehê, bû goriyê şaşitiya pizîşkan

15:16 - 12 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Di yek ji nexweşxaneyên bajarê Bane de, jineke hamile (pêgiran) piştî ku ducaran hate emeliyatkirin, canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Înê 10`ê Tebaxê jina hamile (pêgiran) ji ber êş û azara zaroka xwe, ev ji bo nexweşxaneya “Razî” a bajarê Bane veguhastibûn, û piştî ku du caran tên emeliyatkirin jiyan xwe ji dest dide.

Nasnameya wê jina Kurd, “Çîmen Direxşanî” temen 38 salî hatiye ragehandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, zaroka wê jina Kurd çend rojan berê canê xwe ji dest dabû, lê ew agehdarê vê mijarê nebibû, û piştî wergirtina zanyariyan li nexweşxaneyê,û bêencambûna du caran emelatiya pizîşkî, jiyana xwe ji dest dide.

Li gorî gotina vê çavkaniya agehdar, ev jina mamosta ya Kurd, bi sedema hebûna zaroka mirî di nav zikê wê de , du caran hatibû emeliyatkirin û her ev yek jî bû sedema can jidestdana wê.

Ev jina Kurd roja derbazbûyî 11`ê Tebaxê, di nexweşxaneya “Razî” a bajarê Bane de jiyana xwe ji dest da.

Di demên berê de jî, berpirsê Saziya Pizîşkê Yasayî ê Îranê, bas ji bilind bûna asta cezayê pizîşkî di Îranê de kiribû, û ragehandiye ku: Amarên “şaştiyên pizîşkî” dî vî welatî de ber bi zêdebûne ne.