Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

Ajansa Kurdpa: Jineke xelkê bajarê Sine, bi derbeyên kirêkê, ji aliyê mêrê xwe ve, bi awayeke hov hate kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 21`ê Rêbendanê, jineke Kurd a xelkê bajarê Sine, ya bi navê “Lêyla (Nazenîn) Husênpenahî” ji aliyê mêrê xwe ve, li parka Zarokan ya bajarê Sine hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew bûyera bi sedema “arîşeyên malbatî” qewmiye.

Her di vê derheqê de, vê çavkaniyê daye xuyakirin ku, mêrê wê piştî wê bûyerê ew der bicih hêlaye, û piştre ji aliyê hêzên polîs yên bajêr hatiye desteserkirin.

Herwisa li gorî vê çavkaniyê ,ew kiryara hov li pêş çavên hevwelatiyan hatiye encam dan.

Kuştina wê jinê ji aliyê zilamê xwe ve , rastî rexneyên tûnd yên çalakvanên mafê jinan, û herwisa bikar anînên torên civakî hatiye.