Jineke Îlamî rêkorda çiyageriyê şikand

21:12 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Jineke Kurd xelkê bajarê Îlamê karî bo cara duyem rêkorda çiyageriyê bi bilindahiya 4 hezar metrî bi dest ve bîne.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Ajansa Kurdpa, çiyagereke Kurd bi navê Se’îde Sefariyan karî bigihîje kopika çiyayê Tûçal li parêzgeha Tehranê.

Serkevtina werzişvanê han bo ser çiyayê Tûçal, di hewayeke pirr mij û sir û seqemê de bû, ku 9 pile di bin sifrê de bûye.

çiyayê Tûçal bi bilindahiya 3965 metrî, li bakura bajarê Tehranê hilketiye.

Xatûna Se’îde di destpêka sala 1394 bo yekem car karî bi ser çiyayê Agirî bi bilindahiya 5137 mêtiran, li Kurdistana bakur de serkeve.

Navbirî ku endamê heyeta çiyagerên parêzgeha Îlamê ye, di havîna îsal de dewreyeke perwedehiyê bo şeş çiyagerên jin ên Kurd li parêzgeha Mazenderanê bi rê ve bir.