Jineke genc agir berda laşê xwe

15:15 - 30 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Jineke genc xelkê yek ji gundên bajarê Selasa Bawecanî bi sedema kêşeyên malbatî xwe şevitand.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Çarşemiyê jineke genc xelkê gundê “tîn” a ser bi Selasa Bawecanî bi navê Hacer Sadiqî temen 26 salî hewla xweşevitandinê da, û dawî bi jiyana xwe anî.

Ew jina genc diya zarokekê ye, ku bi sedema kêşeyên malbatî, hawara xwe biriye ber xweşevitandinê.

Xwekujî û xweşevitandina jinan li bajarên kurdistana Rojhilat, bi tu awayî ji aliyê malperên hikûmetî ve nahê rûmalkirin, û piraniya xweşevitandin û xwekujiyên hevwelatiyên Kurdistanê veşartî dimîne.