Jineke ducan û keçeke nûciwan bûne qurbaniyê pirsgirikên malbatî

18:19 - 11 Gulan 2021

Roja Şemî 18`ê Banemer, jineke ducan a bi navê “Efsane Muradî”, xelka devera Kotol a ser bi bajarê Xoyê, hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Wê welatiyê bi çeka nêçîrvaniyê dawî bi jiyana xwe aniye.

“Efsane Muradî” ku zevicî û ducan bû, bi sedema pirsgirikên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Ji aliyekî din ve, şeva 20`ê Banemer, keçeka temen 14 sale ya bi navê “Mîdiya Rehmanî”, keça Selah, bi sedema pirsgirikên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Wê keça nûciwan, bi rêya darliqandinê ve xwekujî kiriye.