Jineke ciwan li Urmîyê xwe şewitand

12:54 - 22 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jineke din a Kurd li bajarê Urmîyê seva arîşeyên malbatî agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdpa: roja Yekşem berwar 1’ê Rêbendana 1391 a rojî, jineka Kurd a bi nave “Fatima Meqsûdî” temen 24’ salî û xwediyê 2 zarokan, li nexweşxaneya bajarê Urmîyê sev birînên laşê xwe, cane xwe ji dest da.

çavkaniyek haydar li Urmîyê bi Ajansa nûçegîhaniya Kurdpa,ê ragehand: Fatime xelkê gundê “Dêm Qişlaq”a bajarê Makoyê ye ku 10 rojan berî niha sev kêşeyeke malbatî li bajarê Urmîyê agir berda bedena xwe û her seba vê yekê canê xwe ji dest da.

li gor amar tomar kirî li nawenda amara Kurdpa,ê di heyamê 2 heftiyên berê de heya niha li Kurdistana Îranê 8 jinan seva bûyerên cûda cûda agir berdane bedena xwe û cane xwe ji dest dane.

amara han bi pişt girêdan bi nawenda Amara Kurdpa,ê tê bilav kirin û bêgoman amara rastî ji vê hindê pitire.