Jineka Kurd li Herêma Merîwanê bi destê xizmên xwe hate kuştin

14:29 - 25 Hezîran 2013
Ajansa kurdpa:Jineka temen 34 salî û xelkê herêma “Komasî” ya bajarê Merîwanê seva pirsgirêkên civakî bi destên 4 birayên xwe hate kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja duşem berwar 24’ê Hezîrana 2013’an Jineka Kurd binavê “Soyibe”xelkê gundê “Şayier”a ser bi herêma “Komasî”, bi awayek hovane ji aliyê 4 birayên xwe ve hate kuştin.

Çavknaiyek herêmî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Mêrê vê jinê û her wisa 4 birayên vê,li vê pêywendiyê de hatine girtin, lê xelkê herêmê dibêjin ku ew kesane li hember vê tawana mezin de tûşî çi sizayekê nabin.

Soyibe tevî kesekî xelkê gundê Golan jiyana hevpar pêkani bû û her wiha xwediyê 3 zarokan bû.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara îsal heya niha 5 Jinên Kurd li herêma Kurdistana Îranê bi destên xizm û kes û karên xwe hatine kuştin û her wisa 2 Jin û keçeka temen 3 salî jî li derveyî malê bi destên kesên nenas hatin kuştin.