Jineka Kurd li bajarê Merîwanê xwe Şewitand

20:36 - 16 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka din a xelkê bajarê Merîwanê seva pirsgirêkên civakî agir berda bedena xwe û li encam de dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşem berwar 12’ê Gulana 2013’an jineka Kurd a binavê “Şermîn “temen 26 salî û xelkê gundê “Wilejêr”a ser bi herêma Merîwanê, agir berda bedena xwe û piştî 2 rojan li nexweşxaneya vî bajarî canê xwe ji dest da.

çavkaniyek haydar ragehand: Jina han çend rojan beriya niha li gel mêrê xwe tûşî pirsgirêkê bibû û her seva vê yekê serdana mala birayên xwe kiribû lê ji aliyê birayên xwe kevtibû ber lêdan û azar danê û li encam de agir berda bedena xwe û canê xwe ji dest da.

Lêkolerên civakî li ser vê baweriyêne ku xwe şewitandina jinan yek ji rêyên tolhildana wan kesane ku azar û eziyeta wan didin. Her seva vê yekê ew agir berdidin bedena xwe û bi wî awayî dawiyê bi jiyana xwe dînin.