Jineka Kurd 5 zarok bi hevra anin ser dinê

13:30 - 9 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka Kurd ya xelkê bajarê “Serpêla Zehaw” li cara 2’ê a zarok bûnê de,bi zikekê 5’zarok anîn ser rûyê dinê.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, Jineka Kurd a temen 31’salî û akinciyê gundê”Kubika Hesen”a ser bi bajarê Serpêla Zehaw li nexweşxaneya wî bajarî bi zikekê 2 kur û 3’ê keçik anîn dinê.

Hûşeng Beharî yek ji Dr,vê nexweşxaneyê ragehand: du zarok ji 5 zarokan her yek 1 Kîlo û 200 girem in û zarokek din 1 Kîlo û 300 girem in û du zarokên dine jî her yek 1 Kîlo û 100 girem kêşa wane.

Dr, navbirî îşare bi vê yekê kir,du zarokên wan seva kêşa kêm û ne tewavî , bo çavedêriya pitir jibo nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê hatine şandin.

Serperestyarê Navenda Bêhdaşt a bajarê Serpêla Zehaw bilav kir ku vê Jinê pitir ji 31 heftiyan Zikê vê bi wan zarokane tejî bûye û zarok jî zûtir ji heyamê xwe ji dayik bûne.

li heman demê de bavê zarokan ragehand: Keyfxweşim ku bûme bavê 5 zarokên sax û selîm,lê dilgiranim ji dabîn kirina pêdivîyên wan im.