Jineka Hunermend ya Seqizî pêşangehek Nîgar kêşanê lidarxist

15:26 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka Hunermend ya Seqizî pêşangehek Nîgarkêşanê li salona “Îrşad” ya wî bajarî lidarxist.

Huma Salihî Jina Nîgarkêş ya Seqizî bi yek ji malperên herêmî yên herêma Seqizê ragehand, di vê pêşangehê de pitir ji 50 tabloyan ku berhema 5 salan karê nîgarkêşana vî ye li salona Îraşad ya bajarê Seqizê lidarxist.

\"13787.jpg\"
Jina Hunermend bilav kir,li kşana wan tabloyan de pitir rengê kiryewe min bikar birine,çimkû rengê wekirî,xuya kerê rengê siruşt û sîmaya mirovan e.

Pêşangaha han roja 6’ê Tîrmehê hatiye wekirin û heya roja pêncşemiyê berdewam be.

Ji aliyek din roja Şemiyê 22’ê Hezîrana îsal hunermendê Kurd”Areş Yasemenî” li derheq Enfala welatiyên Kurd li Kurdistana Îraqê, pêşangehek nîgarkêşanê lidarxist.

Pêşangaha han bo heyamê heftiyekê bo aligir û huner hezan dê wekirî be.