Jineka Amerîkî di mala xwe jibo mozexaneyek taybetî li çand û dîroka Kurdan terxan kiriye

13:19 - 25 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka Amerîkî ku hemû temenê xwe li rêya lêkolîn û geriyan li ser kultûra Kurdan terxan kiriye,li ser daxwaz û wesiyeta xwe, mala xwe jibo lêkolîna pitir li ser çand û kultûra Kurdan, pêşkeşî zanîngeha “Binghampitun”a Amerîkî kiriye.

Rojnameya Nîyoyork Taimz di raporekê de bilav kir ku, “Wîra Bîudîn” ku mêrê vê Kurdekî xelkê Îranê ye di sala 1980’an “Rêkxistina Mirata û Kultûra Kurdan”li Amerikayê awa kiriye.

Jina han, tebeqeya Serê amala xwe jibo Mozexane û Pirtûkxaneykî taybet bi lêkolîn li ser çanda Kurdan terxan kiriye û bixwe jî 40 salan û heta dawiya jiyana xwe,li ser çanda Kurdan lêkolîn kiriye.

\"12205.jpg\"
Jina Amerîkî piştî vê yekê ku tewî Kurdeke Îranî binavê “Humayun Seîdpûr” jiyana hevpar pêktîne, dibe aligirê çanda Kurdan û li vê demê haya dawiya jiyana xwe li ser vê yekê mijûlî lêkolînê dibe.

Navbirî Peyva Kurd ku li Ferhenga “Oksford”de bi kesên bawermendên Ola Îslamê hatibû wergerandin, bo “Wlatê Kurdan ku Kurd têde dijîn”wergerandî ye.

Humayun Seîdîpûr di sala 2010’an de seva nexweşiya Penceşêrê wefat kir û hejmarek berhem li ser wêje û çanda Kurdan, pêşkeşî zanîngeha kevnarnasî ya zanîngeha“Binghampitun” kirine.

Wîra piştî mirina mere xwe mijûlî nivîsandina dîroka devokî ya Kurdan bû û hêviya vê bû ku mozexaneyekê li ser çanda Kurdan awa bike,ku piştî mirina vê di sala 2010’an de mala vê bo vê mozexaneyê hat terxan kirin.

\"12208.jpg\"


\"12206.jpg\"


\"12213.jpg\"


\"12209.jpg\"