Jinek Merîwanê êgir berda xwe

21:46 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Pêka Nûçeyê Civata Jinên Merîwanê, Jinek wî bajrî bi sedema arîşeyên Malbatî ve êgir li cendekê xwe xist û seva wê êgirê jiyana xwe ji dest da.

Civata Jinên Merîwanê xuya kir, Jinek wî bajrî bi navê Perwîn Bertenî temen 23 salî bi sedema arîşeyên Malbatî ve êgir li cendekê xwe xist û seva wê êgirê jiyana xwe ji dest da.

Pêka Amara wê Navendê, li Merîwanê di her heyvekî de 4 bûyerên xcwekujiyê rûdide lê Navendên pêwendîdarên Komara Islamî, ti pêngavekê seva wiya hilanadin.

Pêka Karnasên Civakî û Çalakên Mafên Mirovan, arîşeyên Civakî û Bê derfetiya Xebatê û kêşeyên Malbatî, sedemên xwekujiyan in.

Li gor amara Navenda Amara Kurdpa, li destpêka sala 1391’ê ve heya niha 9 jin û kiç li herêmên Kurd’aki’akinciye Îranê bi sedema xwekujiyê jiyana xwe ji dest dane.

Her wê amara daye xuyanê ku 9 mêran jî di wê demê de dest avêtiye xwekujiyê.