Jinek Kurd li bajarê Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî

18:13 - 5 Kanûna pêşîn 2021

Roja Înê 12`ê Sermawezê, welatiyeka Kurd a bi navê “Kubar Sehet” keça “Xelîl” û rûniştiyê gundê “Girduwan” ê ser bi devera Mirgever a girêdayê bajarê Urmiyê, agir berda xwe û dawî bi jiyana xwe anî. 

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiya bi sedema pirsgirêkên malbatî, xwe şewitandiye.

 “Kubar Sehet”, xîzandar û dayîka sê zarokan e.

Di wê derheqê de roja Pêncşemî 4`ê Sermawezê, Keçek ciwan a bi navê “Jale Sehrapeyma” keça “Ebdullah”, temen 20 salî û xelkê gundê “Zêve”yê ser bi devera Mirgever a girêdayê bajarê Urmiyê, agir berda xwe û bi sedema rêjeya zêde ya şewitînê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.