jina Kurd a ajotvana “Bicycle”, bo ordûya Tîma Millî a Îranê hate gazîkirin

14:09 - 10 Kanûna Paşîn 2016
Kurdpa: Serokê îdareya Werziş û Ciwanan li bajarê Seqizê ragehand ku, jina “Bicycle siwar” a xelkê Seqizê, bi ordûya Tîma Millî a Îranê hate gazîkirin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Ferhad Xakî” di konfiranseke Rojnamevanî de ragehand ku, “Ma’êdê Rezewî” werzişvana Kurd li parêzgeha Kurdistanê, ji aliyê “Pirîmûs Strankar” ê rahênerê nû yê xelkê Êslowêniyê ve, bo beşa “Kiras Kantrî” a ordûya tîma keçan a temen ciwan, hate gazîkirin.

Navbirî di doma gotinê xwe de ragehand ku, di vê ordûyê de 24 ajotvanên Bicycle, ku di parêzgehên seranserî Îranê de hatine hilbijartin, wê pişikdar bin.

Her di vê derheqê de jî serokê heyeta Bicycle siwaran li bajarê Seqizê jî ragehand ku, pişikdariya Ma’êde Rezewî di ordûya Tîma Milî ya Îranê de, şanaziyeke bo parêzgeha Kurdistanê.

Mihemed Bahoner herweha dibêje ku, di taya “Kiras Kantrî” a ajotvaniya Bicycle de, gereke ajotvan xwediyê cesteyek bihêz be û, di rewşên pirr zehmet ên weke ajotvaniya serjêhel û dirêj mideh de, bikare berxwe bide û xweragir be.

Bahoner herweha ragehand ku tenê di bajarê Seqizê de 14 hezar werzişvan hatine rêkxistin ku, 120 kes ji wan bi awayê hirfeyî (pîşeyî) di taya ajotvaniya Bicycle de dixebitin.