Jina hemile bi sedema şaşitiyên pizişkî canê xwe ji dest da

17:30 - 31 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Dîsan xemsariyên pizişkî, canê jina ducanî ya xelkê bajarê Seqizê girt.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 6`ê Rezberê, jina hamile ya bi navê Lêyla Berayî xelkê bajarê Seqizê piştî zarokbûna asayî di nexweşxaneya “Te`imînê Îctima`î” a wî bajarî de, bi sedema şaşitiya pizişkî canê xwe ji dest da.

Ev jina pêgiran di bin çavdêriya pizişkî ya yek ji duxturên emeliyat û pisporê jinan û zarokbûna jinan, di nexweşxaneya bajarê Seqizê de bûye.

Berpirsê nexweşxaneya “Te`imînê Icitma`î” bi piştrastkirina vê nûnçeyê ragehand ku: “Piştî lêkolînên zêde di vê derheqê de, sedema mirina wê jina pêgiran wê bê ragehandin.

Li gorî gotinan, girûpek ji zanîngeha “Ilûma Pizişkî” bo lêkolîn a derheq mirina wê jina pêgiran, çûne bajarê Seqizê.

Di heyamam çend salên borî de, amara şaştiyên pîzişkî di Îranê de, zêde kirine û li gorî gotina berpirsê Saziya Pizişkê Yasayî, zêdetirîn sikalayan, derheq şaşbûna pizişkên derheq jinan û zarokbûna jinan de bûye.

Amarên zelal derheq mirinên ku bi sedemên şaşbûna pîzişkan çê dibin, berdest nînin, lê şirovekarên di vê derheqê de, li ser vê baweriyê ne ku, kêmbûna hêza mirovî, mandîbûn û zexta kar a bêsînor, kêmbûna zanyariyan, zanyariyên pizişkî û herwisa zêdebûna hejmara zêde ya nesaxan, serekîtirîn sedemên şaştiyên pîzişkan di Îranê de têne hesabkirin.