‘Ji wextê Hêza Dîcle hatiye pêkanîn li Kerkûkê teqîn zêde bûne

13:15 - 31 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ragehand ku ji wextê Hêza Operasyonên Dîcle hatiye pêkanîn li Kerkûkê li gor sala borî rêjeya teqînan ji sedî 28 zêde bûye.

Dr. Necmedîn Kerîm doh 29.01.2013 serpereştiya civîna ewlekariya bilind a Kerkûkê kir ku serokên dezgahên ewlekariya Kerkûkê amade bûn. Li gor daxwiyaniyekê, Necmedîn Kerîm di civînê de daxwaz ji Encûmena Parêzgehê kiriye ku ji bo parastina asayişa bajêr butçeyekê bo çêkirina xendekan li derdora Kerkûkê veqetîne. Herwiha gotiye destûrê bidin xwepêşandanan lê belê divê cih û dem diyarkirî be û xwepêşander jî rêz li yasayan bigirin.

Di heman demê de ewlekariya xwepêşanderan jî bê parastin. Necmedîn Kerîm wiha axifiye; “Ji wextê pêkanîna Hêza Dîcle ve li gor salên borî rêjeya teqînan ji sedî 28 zêde bûye, ji xeynî pênc teqînên xwekujî ku 3 sal dibe teqînên xwekujî li Kerkûkê nehatine kirin.”
Jêder:dengeazad