Ji qedera 6 welatiyên Kurd ti zanyariyak li ber dest de nîne

17:59 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2020

Şeş welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Mihabad ê, bi navên “Cesîm Mecnûnî, Es`ed Mihemednijad, Soran Nesîrî, Soran Muxtarîfer, Rêbwer Padest û Omîd Ebasî”, piştî binçavkirinê qedera wan nexuya ye.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, tewî li peyketina malbata wan şeş welatiyên binçavkirî yên Kurd bo agehdar bûn ji qedera wan, hêzên ewlehî ti bersivekî zelal di vê peywendiyê de, nedane malbatên wan.

Çavkaniya agehdar got: “ew şeş welatiyên ku hatine binçavkirin, di girtîgeha navendî ya ewlehiyê di bin lêkolînê dene û ji sedema binçavkirina wan ti zanyariyek di ber dest de nîne.

Her wisa wê çavkaniyê got: ew şeş welatiyên Kurd di heyamê binçavkirina xwe de, ji dest pêregihîştin bi parêzer û çavpê ketin digel malbata xwe, hatine bêparkirin.

Roja Çarşemî 11`ê Tîrmeha 2020 an, “Cesîm Mecnûnî” xelkê gundê “Qeredax” û rûniştiyê bajarê Mihabadê, “Es`ed Mihemednijad” xelkê taxa “Pişttep” a ser bi bajarê Mihabadê “Soran Nesîrî” xelkê bajarê “Gugtepe” a ser bi bajarê Mihabadê “Soran Muxtarîfer” xelkê gundê “Hacîxoş” a ser bi bajarê Mihabadê û “Omîd Ebasî” xelkê gundê “Îndirqaş” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa roja Pêncşemî 12`ê Tîrmehê, “Rêbwer Padest” kurê “Resûl” xelkê bajarê “Gugtepe” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.