Ji piştgiriya Kurdên Sûrî re li Hewlêr Civînek

15:26 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Civata Piştgirî ji Rojavayê Kurdistanê Da zanîn, şeva 10’ê Gelawêjê li Parka Şanedera Hewlêrê yê Civînek ji bo yekhelwêstiya Kurdên Sûrî bi rêve biçe.

Di wê pêwendiyê de Elî Mehmûd Mihemed, Çalakê Sivîl û Rêkxwerê wê Civînê ji Kurdpa re got: ev Civat li hin Mamustayên Zanîngehê û Parêzer û Çalakên Sivîl û Civakî li hev tê.

Wî Berpirsî Êmaje bi wê çendê kir ku weke Yekşemba Bohorî, Rêpîvanek Girseyî li Bajarên Kurdistana Rojava pêk hat ji bo Yekhelwêstiya “Civata Niştîmaiya Kurdên Sûriye” û “Civata Gelê Rojava kurdistanê” çê bû, ev Civîn jî li Hewlêrê yê li hev bê.

Elî Mehmûd Mihemad dibêje em daxwazê ji Hemî Sazî û Partî û Rêkxistinên Hewlêrê dikin da ku Pişkdarî wê civînê bin.

Biryar e ev Civîn li roja 10’ê Gelawêjê Demhijmêr 9’ê Şevê li Parka Şanedera Hewlêrê bi rêve biçe.