Ji kûsiyan re jî tazî

14:08 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di kombûneke bêdeng ku bi munasibeta destek-kirina kampaniya “Taziya Kîselan” li Baneya rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin, beşdarbûyan bi şewatên ku li daristanên Kurdistanê pêk tên, bi yek armancê bi wan bûyeran re “Ne” gotin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdap, ew kombûn roja 14`ê tîrmehê ji aliyê Encûmena Kesk a Pajîn li Baneyê birê ve çû. Li wê çalakiya destekdana qaşoyî şewatê de, ji gelê rojhilatê Kurdistanê daxwaz hat kirin ku bi awayekî sembolîk (bi rêya komkirina îmezeyan), piştevaniya xwe bi kampaniyaya (Taziya Kûsiyan) re nîşan bidin.

Taziya Kîselan, kampaniyayek e ku bi mebesta “Ne gotin” bi şewatên kurdistanê, ji aliyê Encûmena Pajîn a Baneyê ve hatiye lidarxistin.

\"28186.jpg\"
Naskirina sedemên şewatan, birêxistinkirina sîstematîk a navendên kontrolkirina agir, dabînkirina pêdiviyan û alavên pêşkevtî yên vemirandina agir, qerebûkirina zirarên pêkhatî û her wisa avakirina komîteyeke zanistî û lîkolîner (di rû bi rû bûn ligel bûyerên agirpêkevtinê de), ji erkên sereke yên wê kampaniyayê tên hesibandin.

Hêjayê gotinê ye tevî vê yekê ku navendên peywendîdar ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê haydarê wan bûyerên şewatê ne ku li Kurdstanê pêktên, lê tu hewlekî bo vemirandina agir nagrin ber xwe. Her wiha li tu parêzgehên kurdistanê, alavên pêşkevtî yên vemirandina agir nehatine dabînkirin.

Li aliyê din piraniya şêniyên Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirin.
Piraniya caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmetê li daristanan dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê dişewitîne.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyeran e. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.