JI FÎLMSAZA TURK RE GOTIN: KURDÎ NEAXIVE

15:21 - 16 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Di Festîvala Altın Portakalê re ji Fîlmsazan re digotin nabe bi Kurdî bipeyvin û derhînerên Turk jî ketin bin givaşan.

Li gor “Xeberenkurdi”, Zeynep Oral, di Festîvala Altın Portakalê beşa belgefîlma ewil de xelat girt jê re getibû gotin ku nabe bi Kurdî xeber bide..

Oral dibêje, Dema ku hate ser dikê got ku ez û hevalên xwe li derve dirûniştin, polîsên sîvîl hatin li cem me û ji me re gotin ku Kurdî neaxivin. Me jî ji wan re got ku em ne Kurdên, Kurdî jî nizanim. Em bizanibin çi? Axaftina Kurdî qedexe jî nîne. Û em bira ne lê çi ma Kurd nabe bi Kurdî bipeyvin?!...