Ji bo du çalakên siyasî 70 meh sizayê girtîgehê hate dayîn

20:59 - 23 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Dezgaha Qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê, di bajarê Seqizê de sizayê zêdetir ji 5 salan girtîgehê, bi ser du hemwelatiyên wî bajarî de sepand.

Li gor nûçeyên ku gihîştine Ajansa Kurdpayê, di destpêka wê hefteyê de, hemwelatiyekî xelkê bajarê Seqizê, bi navê “Êqbal Zari’î” ji aliyê Çiqa 1 ya dadgeha Înqilanb ya wî bajarî, 4 sal hukmê zîndanê jê re hatiye dayîn.

Herwiha kurdekî din xelkê bajarê Seqizê di temenê 27 saliyê de, ji aliyê dadgeha Înqilab a wî bajarî ve, 18 meh sizayê girtîgehê jê re hatiye birîn.

Nasnameya wan hemwelatiyên Kurd wiha ye: “Seywan Elîzade” kurê Qadir, ku piştî çend mehan belgeya fermî a hukmê wî hatiye,û ew veguhestine girtîgeha Dêzlava a bajarê Kirmanşanê.

Navbirî bi tometa ku alîgirê Partiyên Kurd yên opozîsiyona hikûmeta Îslamiya Îranê bûye, hatiye girtin.

Hêzên Wezareta Îtila’atê di 21’ê Pûşpera îsal de ew hemwelatiyê 45 salî di mala wî de destebeser kirine, û ewa mehek e ku lêpirsînê ji Êqbal dikin.

Berê jî malpera nûçegihaniya Kurdpa di bajarê Seqizê de ragihandibû ku; Êqbal Zari’î sizayê wî yê “girtigeha siyasî”hebûye û herwiha di çend salên derbazbûyî de,bi tohmeteke din a bi vî awayî, 3 meh di girtîgehê de maye.

Herwiha digel dayîna vê sizayî, kurekî din di temenê 30 saliyê de bi navê Hêmin Husêynî di hefteya borî de, di bajarê Seqizê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, hatiye destebiser kirin, û ew veguhestine cihekî nediyar.