Ji 13 siyasetvanên kurd re 155 sal sizayê hepsê hate birîn

21:32 - 5 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di bin navê operasiyona KCK’ê de di bajarêmezin ê Wanê de, di 7’êHezîrana 2012’an de hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û hevserokê navçeyê Cuneyt Canîş bi 13 siyasetvanên kurd yên din re, 155 sal û 5 meh sizayê girtîgehê hate dayîn.

Bekîr Kaya û 12 hevalên wî di çerçoveya operasiyonên KCK’ê de bi hêceta ku “Aşitiya civakê xirab dikin” di sala 2012’an de li bajarê mezin ê Wanê de hatibûn girtin.

Li gor raporên belavbûyî,li gora dosiyeya sizaya giran a bo bajarê mezin ê Wanê, ku ji sala 2012’an ve heyanî niha berdewame,îro biryara dadweriyê hate ragehandin. Li gora biryara dozgeriyê, ji bo hevserokê bajarê Wanê Bekîr Kaya û hevserokê BDP’ê yê berê yê navçeya Cuneyît Canîş re 15 sal, ji bo hevserokê şaradariyê Îhsan Guler re 9 sal,Nezahat Erguneş re 13,Abdulkerîm Sayan re 9,Murat Dutmaz re12,parêzerê BDP ê re 15,mehemed Emîn Yildiz 12,Halis Çakir 12,Dervêş Polat 9,Metîn Adogit 13.5,Mîhîrbah Şah re 12,Hecer Saruhan re 8 sal sizayê girtîgehê hatiye dayîn.

Bekîr Kaya di daxuyaniyeke nivîskî de di derbarê sizayê ku ji bona wî û 12 hevalên wî hatiye dayîn viha dibêje: “Li hember me siyasetmedarên kurd hiqûqa dijminatiyê hate pêkanîn,lê çi siza didin bila bidin,em diyar dikin ku emê ligel tekoşîna azadiya gelê xwe cih bigirin,û em bawer in ku gelê me wê di tekoşîna xwe de serbikeve”.