Îzna Rêveçûna Rêûresma Kincên Kurdî Ji Xwendekarên Kurd Ên Zanîngeha Urmiyê Re Nehat Dan

15:35 - 15 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Li halekê de ku xwendekarên Kurd ên zanîngeha Urmiyê bi armanca parastina kultûra Kurdî, dixwastin rêûresemek li jêr navê “Li Berkirina Kincên Kurdî” rêve bibin, lê ji aliyê Îdareya Besîcî ya zanîngehê îzn ji wan re nehat dan.


Li gor nûçeya neçegihaniya Ajansa Kurdpa li Urmiyê, ev pêşîgirtina di halekê de ye ku berê xwendekarên Kurd îzna rêvebirina vê rêûresmê ji berpirsên beşa kultûrî ya zanîngehê wergirtibûn,

Berî jî di sala 2007-an de rêûresmek bi vî awayî di zanîngeha Urmiyê de rêve çûbû. Ku li encam de Mensûr Qulîkê Mîlan, rêveberê rêûresmê û berpirsên din ên Navenda Rûnahiyê, bo beşa parastina zankoyê hatin gazîkirin.

Her di vê pêwendiyê de berpirsên zanîngehê çalakiyên Navenda Rûnahî qedexe kirin.