Îzna çûna mal (Morexesî) bi merca îtirafkirinê bo girtiyek siyasî a Kurd

22:17 - 6 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Zext û givaşa li ser girtiya siyasî a Kurd “Zeyneb Celaliyan” ji aliyê karbidestên girtîgehê ve çû qonaxek din.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, karbidstên girtîgeha bajarê “Xoy” a ser bi Parêzgeha Azerbaycanê Xerbî, bi tu awayî rê nadin ku “Zeyneb Celaliyan” serdana Mala xwe bike an ku here Morexesiyê.

Zeyneb Celaliyan a Kurd ku xelkê bajarê Makû yê, heyamê 8 salane ku binçav e û îzna çûna mal pê re nehatiye dayîn.

Kempêyna Navnetewî a Mafê Mirov di Îranê de, ji ziman “Mihmed Şerîf” ve ragehand ku, berpirsên girtîgehê îzna çûna mal nadin Zeyneb Celaliyan û, rêwşa girtîgehê wûsa xirab e ku gumana vê yekê heye, îtirafa Telewizyonî jê bistînin.

Îtirafa Telewizyonî yek ji mêtodên siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ye ku dijberên xwe û bitaybet girtiyên siyasî, bi mifahwergirtina ji îxşkence û giwaşê, neçar dike ku rexneyê ji derbazbûya xwe bigirin û derbazbûya xwe ret bikin û, di dawiyê de îtirafên wan di kanalên weke Pirês TV û Seher û Camêcemê belav dike.

Zeyneb Celaliyan a 33 salî, 8 salan berî niha li xala lêkolînê a “Qazançî”yê ji aliyê hêzên ser bi Komara Îslamî ve hate binçavkirin û piştre bo Sitada Xeberî ya Îdareya Îtilaata Kirmaşanê hate veguhaztin.

Di despêkê de cezayî bidarvekirinê biser Zeyneb Celaliyan de hate sepandin û piştre, cezaya wê bo girtîgeha hetahetayî hate kêm kirin û, serbarê vê ku malbata navbirî hewla vê yekê didin ku cezaya wê bo 15 salan kêm bikin, lê hêj hewlên wan bê encam mane û navbirî heyamê 8 salane ku di girtîgehê de ye.