Îzna çap û weşana Kovara Dalmad a Kirmaşanê hat hilvişandin

16:44 - 21 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Kovara Dalmad ku ji aliyê zanîngeha Kirmaşanê bi du zimanên Kurdî û Farsî dihat çap û bilav kirin,îzna çap û bilav kirina vê hat hilvişandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, karbidestên zanîngeha “Razî”a Kirmaşanê rêgirî ji çap û bilav kirina Kovara “Dalamd” ku xwediyê weşana vê “Emîr Celîlwend”e kirine.

rêgirî kirina hiraset û pişka kar û barên çandî ya zanîngeha Razî a Kirmaşanê li çap û bilav kirina Kovara “Dalmad”li demekê deye ku Xwendekarên Kurd yên vê zanîngehê heyamê mehekê beriya niha mijûlî komkirina babet û mijaran jibo çap û bilav kirinê bûn,lê serbarî vê yekê ku îzna fermî bo kovarê hatibû wergirtin, pêş bi bilav kirin û weşana kovarê hate girtin.

\"12826.jpg\"
Îdareya Hiraset a zanîngehê û pişka çandî ya zanîngeha Razî a Kirmaşanê nave Kovarê wek sebebê serekî jibo girêdan û hilvişandina mafê weşana vê ragehandine.

Dalmad li Zimanê Kurdî de bi wateya “Bazê Mediya” tê, û karbidestên zanîngehê gotine ku dive nave Kovarê bihê guhartin.

Kovara Kurdî û Farisî ya “Dalmad”berê hemû qonaxên yasayî bo çap û bilav kirinê derbas kiribûn, lê bi biryara hiraseta zanîngehê û para çandî a zaningehê îzna weşana vê hat ragirtin.