Îzna birêveûçna Cêjna Newrozê li Bokanê nahê dan

20:24 - 25 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Îdareya Emakina bajarê Bokanê bi armanca rêgirtin ji birêveçûna cêjna Newrozê , gefa destbiserkirn û heps kirinê li hemû girûpên mosîqa,hunerî û Sitranbêjên wî bajarî kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajnsa kurdpa, hemû girûpên mosîqa û huneriyên bajarê Bokanê ji aliyê Îdareya Emakin a wî bajrî hatine haydar kirin ku bi çi awayek nabe pişikdariyê di rêûresmên Newrozî ên sala 2713’a Kurdî bikin.

\"11263.jpg\"
haydar bi nûçegihaniya kurdpa ragehand,Îdareya Emakin bi hemû Sitranbêj û girûpên Hunerî ên bajarê Bokanê ragehandiye, ku eger pişikdariyê di rêûresmên newrozê de bikin, rûbirûyê girtin û zîndanê dêbin.

Sala bihurî li çendîn gundên derdûra Bokanê wek: Qarawa,Embar” Gerdîgilan rêûresma newrozê bi amadebûna hejimarek berçav ji welatiyên bajarê Bokanê û gundên derdorê birêveçû.

Her wiha sala bihurî endamên komeleya wêjeyî a “Çira” li bajarê Pîranşehrê ku çend rojan beriya destpêka sale amadekariyên birêvebirina cêjna Newrozê kiribûn, rojekê beriya birêveçûna cêjna Newrozê ji aliyê hêzên Îttlatî û Sipha Pasdaran gef ji wan hatibû xwarin û hin ji ciwanên bajêr hatibûne binçav kirin.