Îzna Belavbûna Heftînameya Elemût Li Zanîngeha Urmiyê De Hat Hilweşandin
15:03 - 30 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Dezgeha parastin û navendên besîcî yên zanîngeha Nazlê li Urmiyê, rê nedan ku hefînameya Elemût li nav zanîngehê de belav bibe.
Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Urmiyê, piştî ku di çend rojên derbazbûyî de bo yekemîn car li zanîngeha Nazlê li Urmiyê cihek bi armanca firotina heftînameya Elemût hat danîn, ji aliyê dezgeha heraset ya zanîngehê ve ew cih hat daxistin û herwiha îzna belavkirina belavokê ji aliyê naveda besîcî ya zanîngehê hat hilweşandin.
Ev helwesta Heraste û besîc li demekê de ye ku heyamek beriya niha îzna belavbûna hefînameya Elemût ku bi hevpariya Îlam û Urmiyê çap û belav dibe, ji aliyê îdareya Ferheng û Îrşada Îlam û Urmiyê hatibû wergirtin ku li nav polên zanîngehê de were belavkirin.
Heftînameya Elemût heftînameyek hevbeş e ku bi du zimanê Farsî û Kurdî (Kurmancî û Kelhurî) li deverên kurdakincî yên Îranê çap û belav dibe.