Îtila`atê welatiyekî Kurd desteser kir

16:41 - 19 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Banemera 1398`an,(19`ê Gulana 2019`an), welatiyê Kurd yê bi navê Nadir Ebdulazade, temen 36 salî û kurê Xalid û xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Ev welatiyê Kurd li gundê Zirîvarê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastine.

Ev welatiyê Kurd bi bê radestkirina destûra dadgehê, bi tawana “alîkarîkirina di gel yek jî partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, hatiye desteserkirin.

Heya belavbûna vê nûçeyê derheq qeder û cihê xwedîkirina wî welatiyê Kurd tu zanyariyek bedrest nine.