Îtila`ata Spaha Pasdaran mamostayekî bajarê Merîwanê gazî kir

15:07 - 15 Çirriya paşîn 2018
Ajasna Kurdpa: Mamostayekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê îdareya Spaha Pasdaran a parêzgeha Sine ve hate gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpay”yê, roja Çarşemî 23`ê Xezelwerê (14`ê Çiriya Paşîn), mamostayê Kurd yê bi navê “Eskender Lutfî” xelkê bajarê Merîwanê, bo îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran a parêzgeha Sine hate gazîkirin, û her di vê demê de jî, ev destbiser kirine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev mamostaya piştî gireva seranserî ya mamostayan bi sebeba, tûjkirina mamostayan bo beşdarîkirin, di gireva seranserî de bo îdareya Spaha Pasdaran hatiye gazîkirin.

Vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Çalakvanên sinfî û mamostayan derheq pêşîgirtina bo gazîkirina wî mamostayî Kurd bo navendên îtila`atî pêdagîrî kirine.

Herwisa vê çavkaniya agehdar daye xuyakirin ku: Di heyama roja Sêşemî 23`ê Xezelwerê (13`ê Çiriya Paşîn), zêdeyî 300 kes ji mamostayên bajarê Merîwanê, di zêdeyî 30 xwendingehên wî bajarî de di gireva seranserî ya mamostayan de beşdarî kiribûn, û roja Çarşemî 23`ê Xezelwerê jî, zêdeyî 250 mamosta di 25 xwendingehan de beşdarê vê gireva mamostayan bibûn.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Beşdariya jinên mamosta di gireva seranserî ya mamostayan de berçav bûye, ku nîva mamostayên girevgirtî jin bûne, û di hejmarek ji xwendingehan de, dêv û bavê dersxwenan û xanenişînên îdareya Perwerde û Hînkirinê jî , digel mamostayên girevgirtî hevdengiya xwe îlankirine.

Vê çavkaniyê pêdagîrî jî kiriye ku: Reftara birêveberiya îdareya Perwerde û Hînkirinê ya bajarê Merîwanê, û herasetê digel mamostayan xirab bûye, û bi xistina givaşan û gefxwarinên birêveberî û destûpêwendiyên birêveberiya xwendingehan, hewl dane da ku, ev gireva pêk neyê, û her di vê derheqê de jî, hejmarek mamosta bi zora îdareya Perwerde û Hînkirinê di kilasên dersê de amade bûne.