Îtila`ata Şinoyê hevwelatiyekî Kurd destbiser kir

15:05 - 3 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îtila`atî hevwelatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê destbiser kirin, û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpayê, piştînîvroya roja Yekşemiyê 11`ê Xermananê, hevwelatiyekî Kurd bi navê Wahid Xalidnijad, temen 25 sal kurê Mihemedemîn, xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtila`atî ên vî bajarî ve destbiser kirin.

Li gora gotina çavkaniyeke agehdar dema ku hêzên Îtila`atî hewla destbiserkirina vî hevwelatiyê Kurd dane, wî xwastiye xwe ji destên wan rizgar bike, lê hêzên Îtila`atî teqe lê kirine, û piştî destbiserkirina navbirî, bi dest û çavên girêdayî ew hevwelatiyê Kurd bo cihekî nediyar veguhastin.

Vê çavkaniyê ragehandiye ku ji sedemên destbiserkirina vî hevwelatiyê Kurd tu zanyariyek li ber dest nine.