Îtila`ata Pîranşarê ciwanek destbiser kir

16:28 - 13 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Wênegirekî xelkê Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiyê, piştî destbiserkirinê bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, roja Înê 20`ê Reşemê hêzên ewlekariyê, li bajarê Pîranşarê êrîş kirin ser dukana wênegiriya \"Nays\", û xwediyê dukanê destbiser kirin.

Nasnameya vî hevwelatiyê Kurd, Se`îd Ehmedî kurê Mihemed hatiye ragehandin. Hevdem digel destbiserkirina navbirî, hêzên ewlekariyê çûne nava dukana navbirî de, û bi hûrî lêgerîn kirine.

\"\"Nûçegihanê Kurdpayê ji bajarê Pîranşarê ragehand ku: Hêzên Îtila`atî dest bi ser çendîn kamêrayên wênegirtin, kampiyoter û herwisa tênûsekê de girtine, ku navê hevwelatiyan tê de dihate nivîsandin.

Heya niha ji sedema destbiserkirina vî hevwelatiyê Kurd tu zanyariyek li ber dest de nine, lê dema ku hêzên ewlehiyê êrîşî ser mala navbirî kirine, buxtana desthebûna navbirî digel yek ji hizbên dijberî rejîmê lê kirine.

Çavkaniya nûçeya Kurdpayê piştrast kiriye, ku malbata Se`îd pêştir, xwediyê \"pêşîneya siyasî\" bûn, û bavê navbirî jî di destpêka şoreşa gelên Îranê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate bêserşûn kirin, û herwisa birayekî wî jî sala borî di zankoya Urmiyê de ji xwendinê hate bêparkirin.

Di nawerasta hefteya derbazbûyî de, hêzên ewlekariyê li bajarê şinoyê hevwelatiyekî xelkê vî bajarî, bi navê Emîr Wefayî destbiser kirin.

Bi piştgirêdana bi serjimêriya tomarkirî di navenda amara Ajansa Kurdpayê, di detspêka sala nû ya Zayînî de, di heyama du mehên derbazbûyî de, zêdetir ji 59 hevwelatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehiyê ve li Kurdistanê hatine destbiserkirin, ku piraniya wan, nediyar e ku bi çi tohmetekê hatine destbiserkirin.