Îstixbarata Mahabadê ji malbatên kesên binçavkirî pereyan dixwaze

19:40 - 12 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Rexma binçavkirina zêdeyî 150 hemwelatiyên Mahabadî di xwepêşandana 7`ê gulanê de, hîna navendên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê, bersevek ron li ser çarenvîsa wan bi kesekî re nedane eşkerekirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa û ji zarê yek ji malbatên kesê binçavkirî, malbatên wan kesan dema serdana navenda ewlekarî (îtlaat) a Mahabadî dikin, destpêkê 50 milyon Tûmen pereyê nexd ji wan tê xwestin.

Herwiha yek ji malbatên kesên hatî binçavkirî peyamnêrê Kurdpa re ragihande:“Dema min bo pêdeçûna doseye mirovê xwe serdana navenda îstixbarat (îtilaat) a Mahabadê kir, min re gotin ku destpêkê 50 milyon Tûmen bîne, bi dûre were em dê çarenivîsa kesê binçav kirî bidin zelal kirin.”

Wî eva jî anî ziman ku hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, nahêlin çavên malbatên wan girtiyên bêçarenivîs bi wan bikeve û tu bersivek jî li ser iqûbeta wan nadin malbatên wan.

Ji sibeha roja înê 8`ê Gulana 2015`an, binçavkirina hemwelatiyên Mahabadî ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê ve, bi awayekî sîstematîk dest pêkir. Binçavkirina wan hemwelatiyan roja piştî çalakiyên nerazî bûnê yên bûyera diltezîn a mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî pêkhat.