Îstixbarata bajarê Merîwanê du ciwanên Kurd destbiser kirin

20:18 - 17 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Merîwanî, ji aliyê hêzên îstixbarata hikûmeta Îranê ve hatine destbiser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 24`ê Xezelwerê (15`ê Çiriya Paşîn), du ciwanên Kurd yên bi navên “Şîrwan Rustemî” kurê “Behram” û “Hemdî Rizayî” kurê “Mehmûd” xelkê gundê “Dizlî” a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îstixbarata hikûmeta Îranê ve hatine destbiserkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji nûçegihanê “Kurdpa”yê, li bajarê Merîwanê re ragehandiye ku: Hêzên îtila`atê bi bê radestkirina belgeya qezayî, ev du ciwanên Kurd destbiser kirine, û ev bo ciheyekî nediyar veguhastine.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de zêde jî kiriye ku: Bidûreçûna malbatên van du ciwanên Kurd derheq zelalbûna qerara zarokên xwe de bêencam bûye, û heya niha derheq çarenivîsa van de tu zanyariyek ber dest nine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, derheq sedema destbiserkirina van du hevwelatiyên Kurd de, tu zanyariyek ber dest nine.