Îstixbarata bajarê Mehabadê gefan li endamên malbatên partiyên Kurd yên opozisyonê dixwe

22:44 - 8 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Îdareya Îstixbarata bajarê Mehabadê endamên malbatên partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê, ji bo vê îdareyê gazî dikin.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, di çend rojên derbazbûyî de, endamên malbatên partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê, ji bo îdareya Îstixbarata bajarê Mehabadê tên gazîkirin û herwisa gef li wan xwarine.

Her di vê derheqê de, hêzên Îstixbaratê ji malbata wan re hişdarî dane ku, ev pêwendîgirtinên wan yên ji riya torên civakî ve yên digel zarokên wan kontrol dikin.

Hêzên Îstixbaratê ji malbatên endamên partiyên Kurd yên opozisyonên hikûmeta Îranê re gotine ku: Hekî ew berdewam di gel zarokên xwe pêwnediyan bigrin, ewê bêne cezakirin.

Çavdêrên siyasî sedema gazîkirina endamên malbatên partiyên Kurd yên opozisyon ji aliyê îdareya îstixbaratê di Kurdistanê de, ji ber çalakiyên berçav yên partiyên Kurd yên opozisyon di heyama du salên derbazbûyî di wan deveran dane zanîn.