Îro roja 3’ê Tebaxê, salvegera dagîrkirina Şingalê ye

17:18 - 3 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Roja 3’ê Tebaxê yek ji wan rojên herî reş ên dîroka Kurd û Kurdisatnê ye.

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de, DAÎŞ’ê êrîşî ser Şingalê kir, û ew der dagîr kir, û bi hezaran kes ji Êzidiyan, bi taybetî jin û zarokên wan, bi awayên herî hovane kuştin, yan jî bi dîl girtin.

Bi sedan kesî ji wan, bi taybetî zarokan, li ber germa havînê û nebûna av û xwarinê jiyana xwe ji dest dan, ku gellek ji wan zarokên sava bûn, ku li himbêza dayîkên xwe de jiyana xwe ji dest dan.

Mixabin DAÎŞ’ê gellek ji keç û jinên Êzidî jî bi dîl girtin, ku niha jî hejmarek zaf ji wan, di destên DAÎŞ’ê de ne, û rojane rastî îşkencê û destdirêjiyê û firotinê di bazarên Mûsil û Reqayê de tên.

Herçend ku niha Şingal ji aliyê hêza pêşmergê Herêma Kurdistanê û hevalbendên wê ve hatiye rizgarkirin, û DAÎŞ nikare wekî caran xwe li hemberî hêza pêşmerge de ragire, lê dîsan jî gellek ji Êzidiyan di destên DAÎŞ’ê de ne, û malbatên wan rojane di xem û kovana wan zaokên xwe de, êş û azarê dikêşin, û hêvî dikin ku bi hêz û qaveta pêşmerge, DAÎŞ li Îraq û Sûriyê bi yekcarî têk here, û ew bi dîtina zarokên xwe şad bin.