Îro li Sine û Mahabadê derabeyên dukanan daxistî man

20:28 - 14 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi bangewaziya çalakvanên sivîl di torên civakî li çend rojên borî de bi armanca mangirtina giştî, beşek berçav ji hemwelatiyên Rojhilata Kurdistanê li gelek bajaran de dukanên xwe venekirin û neçûn ser kar û xebatê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bajarê Sine bi nisbet roja dawî ya hefteyê û qerebalixa ku bi caran li wir dihat dîtin, îro 14`ê gulanê di sikûnet û aramiyeke berbiçav de dihat dîtin.

Herwiha li Mahabadê jî cihên ku caran bi qerebalixeke bêhempa re rû bi rû dima, îro bi sedema bangewaziya çalakvanên sivîl û destek –kirina serhildana 7`ê gulanê ya wî bajarî, bêdeng ma.

Raporterên ajansa Kurdpa li Sine û Mahabadê ser wê baweriyê ne tê payîn ku ew daxistina bazar û dukanan girseyî bibe û bajarên din yên Kurdistanê jî bi xwe bigre.

Heriwiha li Pîranşarê jî peyamnêrê Kurdpa ragihand: Îro danê sibehê sedî 30 ji dukanan nehatin vekirin.

Li aliyê din, li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê jî rewşa awarte hat îlan kirin û neçûna ser kar ya piraniya hemwelatiyan jî hat piştrastkirin.

Pêwîste bê gotin gorî raportên gihîştî berdest ajansa nûçegihaniya Kurpa, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li bajrê Urmiyeyê bo Mahabadê bi mebesta mîlîtarîzekirina wî bajarî, tên veguhestin. Bi sedema nebûna cih di yekeyên leşkerî li bajarê navbirî, hikûmet wan leşkeran di çaduran de bicih dike.

Herwiha çavkaniyeke agh li ser rewşa Mahabadê peyamnêrê Kurdopa re got: Piraniya leşkerên Îranê ku bo mîlîtarîzekirina bajêr li wir bi cih bûne, bi zimanê erebî diaxivin.

Yek ji saziyên organîzekirina wan çalakiyan bangewazîkirinê jî peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Ew çalakî bê hemahenigiya tu aliyên siyasî û bi tena ser xwe bi rê ve çûye.

Pêştir:
Hejmarek çalakvanên siyasî û sivîl di vexwendinekê de li gelê Kurd li rojhilatê Kurdstanê xwestibûn, îro pêmcşemî 14 gulanê derabeyên dukanan bînin xwar û bi armanca destekdan bi serhildana 7`ê Gulanê ya Mahabdê dev ji kar û xebatê berdin.

Yek ji endamên amadeker yên wê vexwendinê jî di hevpeyvîneke telefonî li gel ajansa nûçegihaniya Kurdpa ragihandibû:”Yek ji armancên me ji wî karî eva ye ku em bi raya giştî ya hundir û derveyî Kurdistanê bidin zanîn ku neteweya Kurd her tim aştî xwez e.”

Di wê bangevaziyê de hatiye:“Em hejmarek çalakvanên sivil li tevahiya bajarên Kurdistanê, ji hemû gelê Kurd daxaz dikin; roja pêncşemî 14`ê Gulanê, di nerazîbûn bi sîyasetên çevt yên rejîma Îranê hember Kurdan û mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî dest bi greveke gelemperî (mangirtina giştî) bikin; derabeyên dukanan bînin xwar û neçin ser kar û xebatê.

Merîwan aniha (17:00) pêncşemî 14`ê gulana 2015`an- meydana “Bave Reşîd”

\"26550.jpg\"

\"26551.jpg\"

Çend wêneyên Sine- Îro 14`ê gulana 2015`na

\"26535.jpg\"

\"26536.jpg\"

\"26537.jpg\"

\"26538.jpg\"

\"26539.jpg\"

\"26540.jpg\"

\"26541.jpg\"

\"26542.jpg\"

\"26544.jpg\"

Merîwan

\"26545.jpg\"

Mahabîd

\"26548.jpg\"

\"26547.jpg\"