Îro 24’emîn Salvegera Operasyona Kîmyayî a 3 gundên Kurdistanê ye

03:28 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: îro 24’emîn Salvegera Operasyona Kîmyayî a sê gundên Zerde a Dalaho, Dîre a Serpêl Zehaw û Sermîla Gîlanxerb ên Kirmaşanê ye ku ji aliyê Be’s ve hatin bordûmankirin.

Pêka zanyariyan, 24 salan beriya niha li hilkeft 31’ê pûşpera sala 1367’an a rojî, Bordûmana Kîmyayî a sê gundên Zerde a Dalaho, Dîre a Serpêl Zehaw û Sermîla Gîlanxerb ên Kirmaşanê ji aliyê Rejîma Be’s ve bi dijî Gelê Kurd hat meşandin ku zaftir ji 270 kesan hatin Şehîd bûn.

Zorîneya Qurbaiyan Zarok û Jin bûn û 45 kes xelkên gundê Zerde û evên din yên derdorê bûn.

Pêka Akinciyan, Birîndar û Kêm’endamên wê Bordûmanê digîhne 1400 kesan.

Gundê Zerde girêdayî Bajarê Kirmaşanê ye ku dikeve ser Sînorê Îran û Îraqê û heşîmeta wî Herêmî 2 hizar kes in.