Îraq weke welateke herî bi tiris bo rojnamevanan hatiye naskirin

20:55 - 1 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di raportekê de ku Fedirasyona Navnetewî ya rojnamevanan bilav kiriye, nîşan dide ku di heyama 25 salên derbazbûyî de 2300 rojnamevan û nûçegehan dema çalakiyên nûçegehanî de canê xwe ji dest dane.

Li gor nûçeyan, kuştina rojnamevanan di cîhanê de kêm nebûye û hersal bi awayekî navincî 100 rojnamevan û çalakên beşa nûçegehaniyan di cîhanê de canê xwe ji dest didin.

Antonî Bîlangir, berpirsê Fedirasyona Navnetewî ya rojnamevanan got: “Dehsalên derbazbûyî, salên herî bitehlûke bo rojnamevanan bûye”.

Navbirî herwisa got: “Aloziyên deverên curbecur bitaybet li parzemîna Asiya bandor li ser zêdebûna kuştina rojnamevanan hebûye”.

Antonî Bîlangir, berpirsê Fedirasyona Navnetewî ya rojnamevanan ragehand ku Îraq di nava lîsteya welatên bitehlûke bo rojnamevanan de ye, ku weke yekem welat hatiye naskirin û ragehandin ku ji sala 1990’î ve heya niha 309 rojnamevan û nûçegehan di wî welatî de hatine kuştin û piştî Îraqê, welatê Fîlîpîn146 rojnamevan hatine kuştin, ku weke duyem welat hatiye naskirin, û Mêkzîk weke sêhem welat e ku 120 rojnamevan di wî welatî de hatine kuştin.

Nawenda han ragehand ku qatilên wan rojnamevanan bê vê ku tu cezayek bo wan bê diyarkirin, yan vekolîn li ser wan bê kirin, niha jî her dirêjiyê bi karê xwe didin.