Îran/ Xwekuştina xwendekarekî û 2 keçan

18:22 - 29 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmara xwekuştina ciwanan nemaze xwendekaran li rojhilatê kurdistanê zêdebûye. 3 keç û xortên Kurd bûyerên diltezîn ê xwekujî pêkanîn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan xwendekarekî Kurd ê bi navê Pêjman Paknezer, bi riya darvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.

Termê navborî ji odeke malbata wî de, bi çavpêketina destpêkî a kesên nêzî mirî hat dîtin. Sedemên xwekuştinê heya dema belavbûna vê nûçeyê hîna nehatine zelal kirin.

Herwiha peyamnêrê kurdpa li Urmiyê ragihand: Roja duşemî (26/1/2015) Suhêla Mihemmedî keça Usman, bi sedema şewitînê li nexweşxaneyeke wî bajarî dawî bi jiyanê anî.

Ew keça ciwan rûniştiya gundê “Naz Naz” ê ser bi Urmiyê bû ku bi sedema pirsgirêkên civakî, hefteya borî dest bi xwe şewitînê kiribû.

Roja (25/1/2015)an jî, li gundê “Zêwe” ê ser bi bajarê Urmiyê, keçek bi navê Zîwe Hinare ( navê bav Mudîr), agir berdabû lêşê xwe ku niha bin çavdêriya bijşîkî de ye.

Seidî Peywendî –Karzanê pirsên perwerdeyî, ser vê baweriyê ye ku sîstema perwerdeyî a Îranê, yek ji sedemên serke ên xwekuştinê li wî welatî de ye.

Gorî amarên fermî ên ku li wezareta Zanist a hikûmeta Îslamiya Îranê hatine belav kirin: Xwekuştin duyemîn sedema sereke a mirinê li nav nifşa xwendekar li wî welatî tê hejmartin.