Îran/ Profesor bêkar dimînin û yên bi bîr û bawer welat bi cî dihêlin

13:58 - 26 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Berpirsên Zanistgeha Razî a Kirmaşana rojhilatê kurdistanê, qoşo bilinbûna pileya zanistî a mamostayekî wê zanîngehê derketin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Dr.Mihemmed Riza Hemzeyî di axaftinekî ligel nûçegihanên hundirê welatê Îranê, nerazîbûna xwe bi sîstema hakim liser zanîngehên Îranê û nemaze zanistgeha Kirmaşanê dabû nîşan dan; çimkî dijberî bawernameya wî derdikevin.

Mihemmed Riza Hemzeyî (Ferîborz) xwedî 2 bawernameyê Doktorî û pileyeke Profesoriya Civaknasiya çandî li welatê Almaniyayê ye.

Ew kesayetiyê bi bîr û xwedî zanistên bilind, di hevpeyvînekî ligel heftenameya “Neqd Hal” (http://naghdehal.com) qala negurtina pileya mamostayan li 15 salan di welatê Îranê de kiriye û gotiye: Ji sedî 4 îmtiyazên min ên lêkolînê hene lê ligel vê yekê jî mafê min hatiye binpêkirin.

Profesor Hemzeyî seba lêkolîn ji “Şanameya Kurdî”, wek baştirîn lêkolîner li Îranê hatiye naskirin.

\"24376.jpg\"
Ev pirtûke li sala 1902’an ji aliyê “Yanist Lûyî rayîno” liser Kirmaşanê Hatiye tomar kirin
Raportek li ser bazeganiyê û civaka kirmaşanê li sedsala 19’an û “Xewstgeh bizaftin” (bi devoka kurmanciya jêrîn), ji berhemên din yên Dr Ferîborz Hemzeyî tên hejmartin.

Doktor Ferîborz li bajarê Hersîn ê kirmaşanê ji dayîk bû û qonaxa zarokatiya xwe li taxa “Konekan” a kirmaşanê derbas kir. Di serdemê eskeriya xwe de hînî zimanî Îngilîzî bû û li Encumena Îran û Amerîkayê, bawername wergirt. Piştre bo berdewamiya xwendinê li warê sînemayê, berê xwe da Hindistanê, lê bi hindik sedem nehat pejirandin, ji ber vê li rîşe (rişte) ya aborî dest bi xwendinê kir û di encamê de li civaknasiyê de pileya Doktorî bi dest xist.

Navborî bawernameya Doktoriya yekem “Tevgera civakên Îranê” û Doktoriya 2’em jî di civaknasiya olan de bidest anî. Di dawiyê de pileya Doktoriya bilind di peywendiyên Navneteweyî û lêkolîn li ser 3 welatên Îran, Arjantîn û Koriya qazanc kir.