Îran/ Mamosteyên Nerazî çûn ser şeqaman+Wêne

20:33 - 1 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Li seranserê Kurdistanê û Îranê, mamosteyên ketinî grevê, bi nîşaneya nerazîbûnê (bi awayekî demkî) dev ji karê xwe berdan. Wan muliman sîstema hînkirin û rewşa xirab a jiyana xwe nepejirandin û jiber vê hember îdareyên Perwerde û Hînkirinê yên hemû bajaran kom bûn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro yekşemî 1’gulan (march) a 2015’an, mamostayên sertaserê Îranê bi armanca cî bi cî kirina xwestekên xwe rijiyan ser şeqaman û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li bajarên rojhilatê Kurrdistanê jî, Mamosteyan bi hilgirtina pilakartan û belgeyên bi nivîs, li ber deriyê îdareyên Perwerde û Hînkirinê kombûn û nerazîbûna xwe ji rewşa xirab a jiyanê û bi dereng xistina dayîna miaşê xwe yên kêm dan xuyandin.

Ew greva narazîbûnê bi bangkirina Sendîkaya Mamostayên Îranê pêkhat û mulimên Tehranê jî hember Parlamentoya paytext, greva nerazîbûnê lidar xistin.

\"25043.jpg\"
Li hemû bajarên Îranê îro deriyê dibistanan daxistî man û hemwelatî şahîdê greva mamostayan bûn
Pirsgirêka bi dawîxistin û kêmbûna miaşê muliman, ji girîngtirîn xwestekên evan tê hesibandin ku bi gotina berdevkê Sendîkaya Mamostayên Îranê- Mehmûd Buhişti, xwesteka mamostayan eva bûye daku sala pêşiya me bûdceya wezareta Perwerde û Hinkirınê jı sedi 70 bê zêde kirin.

Wî berpisî herwiha amaje bi vê yekê jî kir: Evsal heqdestê miliman tenî ji sedî 14 hatiye zêdekirin ku ev rêjeya pere tu car nikane pirsgirêkên îroyîn ên mamostayan li Îranê çare ser bike. Zêdekirina sedî 30 ji miaşê muliman, tenê dikare nîvê pêdiviyên îro yên jiyanê li welatekî dorpêçkirî yê aborî bo muliman cî bi cî bike.

Mamosteyekî nerazî li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê ragihand: Miaşê mamostayên fermî li Îranê, 1 milyon û 200 hezar Tûmen e ku gor rewşa aborî a wî welatî û amborgayên derekî ên ser Îranê, ew pere tu astengiyan nikare çare ser bike.

Beriya niha bi hefteyekî hejmarek mamosteyên Kurdistanê û Îranê dîsa rijiyabûn ser şeqaman û nerazî bûna xwe nîşan dabûn.

ایوان
\"25052.jpg\"

Elîgoderz
\"25051.jpg\"

Urmiye
\"25053.jpg\"

Sine
\"25041.jpg\"

\"25044.jpg\"

Zencan
\"25040.jpg\"

Serpol Zehav
\"25045.jpg\"

Pîranşehr
\"25046.jpg\"

Îlam
\"25049.jpg\"

\"25050.jpg\"

Kirmaşan
\"25048.jpg\"

Ciwanro
\"25062.jpg\"

\"25061.jpg\"

\"25060.jpg\"

Bane
\"25059.jpg\"

\"25058.jpg\"

\"25057.jpg\"

Merîwan
\"25047.jpg\"

\"25056.jpg\"

\"25055.jpg\"

Serwava
\"25054.jpg\"

Seqiz
\"25063.jpg\"

\"25064.jpg\"