Îran/ Mamosteyan dest bi girevê kirin

19:06 - 23 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Mamosteyên dibistan û îdareyên Perwerde û Hînkirina du bajarên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema rewşa xirab a jiyanê û sîstema nedurust a hînkirinê li wî welatî , neçûn ser kar û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, muelîmên bajarên Kirmaşan û Dîwandere, bi hevdeng bûn ligel mamostayên bajarên din ên Îranê, nisbet bi şert û mercên xirab ên perwerde û hînkirinê, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Mamosteyên Kirmaşanê hember rewşa xirab a hînkirinê bertek nîşan dan ku hevdem ligel vê nerazîbûnê hînkerên bajrên din yên Îranê wek Şîraz , Robat kerîm, Meşhed, Tehran Kerec û hwd... hev destek kirin û bi yek deng (seba pirsgirêlkên xwe) dewleta Rûhanî rexne kirin.

Muelîmên Dîwandereya rojhilatê Kurdistanê jî li ferq û ciyawaziyên navbera wezîfedaran li welatê Îranê rexne girtin û gotin:“ Di demekê de ku ji her fermanberekî zêdetir em kar dikin lê miaşê me li kedkaran jî kêmtir e; ji ber vê Em nikanin debara jiyana xwe bikin.”

Her wan mamostayên Dîwandereyî eva jî bilêv kirin: Di çarçoveya dabeşkirina miaşê wezîfedaran li welatê Îranê tu dadperweriyek nayê dîtin. Li Îranê mielim nifşa herî hejar a civakê tên hesibandin.

Ji aliyekî din ve, mamosteyên Îranê bi îhtimala zêdekirina sedî 14 a miaş û destheqê xwe (li newroza sala rojî a pêşiya me) jî nerazî bûn nîşandan û gotin: “Di rewşa îro ya Îranê de, zêdekirina sedî 30 a heqdestê jî, nikare pirsgirêkên mamostayan çereser bike.”

Gireva 22’ê şibat (february) a mamostayan di demekê de ye ku mielimên sertaserê Îranê biryar dane li hefeya pêşiya me (1’ê gulanê) meşeke girseyî li ser bê edaletiya derheq mamosteyan li welatê Îranê, birêve bibin.

Pêştir jî moelîmên Seqiz, Kirmaşan, Bane, Sine û Merîwanê dest bi gireva nerazîbûnê kiribûn.