Îran/ Dema hêza jiyanê nema tawan tên afirandin

14:12 - 28 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema kiriza aborî û rewşa xirab a debara jiyana hemwelatiyan (nemaze li rojhilatê Kurdistanê), kirizên civakî û bandorên nigativ ên vê, bi awayên cur bi cur xwe li ser jiyana welatiyan didin nîşandan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, beriya niha bi 3’ê şevan, li bajarokê Eyawana Rojava ê ser bi Îlama rojhilatê Kurdistanê, 3’ê haletên kuştin, xwekujî û xwekuştina bi guman qewimîne.

Du bûyerên destpkê, bi sedema nakokiyên liser milk û zivî pêktên ; kesek bi gulle reşandinê tê kuştin ku piştî demekî kujer jî tê qetil kirin.

Di heman şevê (25/1/2015) de, bûyereke din jî diqewime; termekî şewitî bo otopsî (pizîşk qanûn) a bajarokê Eywana Rojava tê veguhastin ku bûyer pêştir ji aliyê polîs ve mirina biguman a xwekuştinê hatibû ragihandin.

Amarên xwekuştin li bajarê biçûk ê Eywana Rojava bi awayekî dengdaye ku hejmarek rojname û medyayên gelêrî ew wek “şeva Têgzasî”bi nav kirine.

Di çend salên dawî de, nebûna derfeta kar, astengiyên debara jiyanê û pirsgirêkên madî, rewşa jiyanê li rojhilatê Kurdistanê û welatê Îranê bi giştî, bi kirîzekî re rûbirû hiştiye ku hîma û nîşaneyên vê liser civakê bi avayekî eşkere tên dîtin.

\"24422.jpg\"
Mecîd Mihemmedî- Civaknas
Mecîd Mihemmedî civaknas li Amerîkayê, daketina sebr û xweragiriyê girêdayî 3 mijaran dibîne: Yekem zext û givaş ji aliyê desthilata hakim li ser welatekî ( derb û lêdan, eşkencey îdam û hwd... ) Duyem, nakokiyên navbera nifşên cihê reng ên civakê (îxtilaf tebeqe)û Sêyem jî nebûna wekhevî li civakekî ku li kemîneyên cur bi cur ên olî û etnîkî pêkhatibe û li ser vê yekê jî bin zext û givaşên siyasî de be.