Îran/ Çalakvanekî xwendekarî yê Kurd welat bi cî hişt

16:05 - 25 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî Kurd yê Mehabada rojhilatê Kurdistanê, bi sedema zext û givaşa hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmetê, bi neçarî warê xwe bi cî hişt û welatê Îranê terikand.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Nasir Resûlnijad, xwendekarê Kurd ê zanîngeha Tebatebayî a Tehranê, di encama zextên hikûmetê de, bi mecbûrî warê xwe bi cî hişt û penaberê welatekî cîranê Îranê bû.

Ew çalakvanê xendekarî ku pispor di pileya master (foq lîsans) a beşa endaziyariya pêşeyî de bû, di hevpeyvînekî li gel ajansa Kurdpa ragihand: “Du car (havîn û zivistana borî) ez bo birêveberiya ewlekarî a Îranê hatim bang kirin; ji ber vê bi neçarî ji tirsa binçav kirnê, min welat bi cî hişt.”

\"25622.jpg\"
Nasir Resûlnijad xwendekarê Kurd yê Îran bi cî hiştî
Navborî bi tometa têkdana ewlekariya giştî û alîkarî kirin ligel partiyeke opozisyona hikûmeta Îranê, hatibû mehkûm kirin.

Resûlnijad di berdewamiya axaftina xwe ligel ajansa Kurdpa amaje bi vê yekê jî kir: “Gef xwerinên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê bi awayekî tund û tûj bûn ;her ku ez cem wan hatim der bi awayekî lezgîn min welatê Îranê terikand.”

Nasir Resûlnijad li ser çalakiyên xwendekarî li zanîngeha Elamê Tebatebayî a Tehranê (mekanê xwendina xwe jî) got: Li wê zanistgehê çalakiyên xwendekarî û neteweyî tên sînordar kirin.