Îran xeynî welatê xwe li Sûriyê jî makîneya îdaman birêxist

19:48 - 16 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: 12 kes ji hêzên leşkerî ên artêşa Sûriyê, ligel çûyîna Qasim Sulêmanî- Fermandarê Sipaha Qudis a Îranê bi wî welatî, hatin darvekirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 12 efserên artêşa Sûriyê, bi tometa “Xeyanet kirina leşkerî û têkiliyên ligel opozosyon (dijber) ên hikûmeta Beşar Esed ”hatin îdam kirin.

Malpera El Erebiye tevî piştrast kirina vê nûçeyê ragihan: Darvekirina wan hêzên leşkerî ên hikûmeta Sûriyê demekê de pêkhatiye ku Qasim Sulêmanî – Fermandarê Sipaha Qudis a ser bi hikûmeta Îslalmiya Îranê, bi serkêşî kirina operasiyonan, ser dana parêzgeha “Der’a” ya Sûriyê kiribû.

Her wiha hevdem ligel çûna Sulêmanî bi Der’ayê , Fermandarê artêşa Sûriyê li herêma başûrê wî welatî, bi tometa alîkarî kirina dijberên Beşar Esed, ji ser kar hatibû avêtin.

Ji destpêka şerê hundirîn ê Sûriyê, hikûmeta Îslamiya Îranê bi kirêgirtina welatiyên Afxan, Lobnanî, xelkê Îranê bi xwe û hin welatên din, bi hinceta (parastina du perestgehên pîroz ên mezheba Şî’î), wan ber bi Sûriyê ve birê dike.