Îran termê darvekiriyan radestî malbatan nake

18:54 - 5 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îslamiya Îranê qîma xwe bi daliqandinan naşîkîne; ew bi bêhurmetkirina malbatên îdamkiriyan, netenê endamekî ji wan kêm dike belkî terman jî teslîmî wan nake. 6 girtiyên Kurd ku duh (4’ê adarê) hatin darvekirin radestî malbatên wan nehatin kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja borî 4’ê adara 2015’an, 6 girtiyên hatî daliqandin tevî vê ku xelkê rojhilatê Kurdistanê bûn, li Kereca Îranê hatin binax kirin.

Hamid Hamidî kurê Hebîbullah (33), Kemal Melayî kurê Ehmed (30), dû bira; Cemşîd(29) û Cehangîr (28) Dêhqanî kurên Xweda Rehim, Sêdîq Mohemmedî kurê Husên (28) û Seyîd Hadî Husênî kurê Mehyedîn (31) salî, ji wan zindaiyên Bawemend ên Kurd in Ku duh Li Kerecê hatin darverkirin.

Tê gotin zêdeyî 50 kes ji malbatên wan zindaniyên hatinî darvekirin, hemeber dergehê zindana Kerecê çend roj bûn hêviya teslîmgirtina terman bo veguhestin bi bajarên xwe dûn lê hikûmeta Îranê ew yek nepejirand.

Hêjayî gotinê ye karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê ne tenê terman radestî malbatan nake belkî bi siyaseteke çewt û qirêj heya pereyê makîneya daliqandinê jî, ji malbatên tometbaran vernegrin, wan îdam nakin (bi neçarî destheqê makîneya îdaman ji xwediyê kesên tên îdamkirin verdigrin)

Her li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ragihand: Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê nehîştin merasîma sersaxî bo xwediyê îdam kiriyan birê ve here.

Niha zêdeyî 70 kes ji zindaniyên bi bawer li girtîgehên Îranê benda darvekirinê ne.