Îran ji %77 a welatên cîhanê gendeltir e

19:36 - 15 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Aborînas li ser vê baweriyê ne ku pileya cîhanî ya Îranê derheq bi xebata li dijî gendeliyê nebaş e û Îran ji %77 ji welatên cîhanê fasid û gendeltir e.

Li gorî nûçeyên belavbûyî “Ferşad Mo’mênî” yê aborînas ragehandiye ku, serbarê vê ku ji sala 1355’an şûnda, deshilata Îranê biryar da ku bi awayekî sîstimatîk li dijî gendeliyê bisekine û, bo vê meremê jî, rêkxistinên taybet hatin avakirin, lê serhejmêrî vê yekê diselimînin ku, serbarê vegeşandina rêkxistinên dijî gendeliyê, her bi wî qasî jî fesad û gendeliyê geşe kiriye.

Rêkxistina “Şefafiyeta Navnetewî” di rapora xwe ya sala derbazbûyî de ragehand ku, di warê fesad û gendeliyê de, di nava 175 welatên cîhanê de, Îran di pileya 136’ê de ye.

Rêkxistina navbirî, rêkxistineke nedewletî li welatê Almanyayê ye, ku salane serhejmêriyên taybet radigehîne ku tê de, li ser bingeha “Fesad, dizî, bertîl, kirîn û firotina postên dewletî, bertîlwergirtina dezgehên dadwerî, fesada malî ya siyasetvan û karbidestên hikûmetî û berbirûnebûna bazirganiya bi madeyên hişber re” welatên cîhanê pilebendî dike.

Li gorî rapora “Şefafiyeta Navnetewî” ya sala 2014’an, welatên Danmark, Niyûzîlend, Fenland, Swîd û Norwêj di pileyên 1 heya 5 a welatên cîhanê de ne, ku gendeliya herî kêm tê de hene.