Îran: Dîsa welatiyekî Belûç hat kuştin

19:42 - 5 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya kuştina hemwelatiyên Belûç li welatê Îranê de, hêzên leşkerî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, dîsan gulleyên rasterast bi ser welatiyekî Sîstan û Belûçistanî de reşandin û mixabin ew kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 3`ê Gulana 2015`an, welatiyê Belûç yê 32 salî, bi navê Bîlal Zerdkûhî, bi gulleyên hêzên leşkerî yên Îranê li devera Naygon a ser bi Îranşehrê jiyana xwe ji dest da.

Kempîna Çalakvanên Belûç derheq vê bûyerê de weha da zanîn: Ew hemwelatiyê Belûç ji mal ber bi zewiya xwe ya çandinê ve birê dikeve ku ji nişkîve ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve, gulle bi ser de hatine reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Heya niha sedema kuştina wî hevwelatiyê Belûç ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îslamiya Îranê ve nehatiye zelal kirin.

Devera Naygon di 35 km başûra bajarên Îranşehr-Serbaz li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de hilketiye..

Hefteya borî jî 7 hemwelatiyên Belûç ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bi reşandina guleyên rasterast hatibûn kuştin.

Hêzên leşkerî li welatê Îranê bi gumana wê ku hemwelatiyên Belûç, hilgirê barên qaçax in, gulle bi ser de wan de direşandibûn û ew kuştibûn.