Îran bi kuştinan neteweyên xwe diçewisîn e

14:31 - 24 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îslamiya Îranê bi rêbaza stem û zordariyê, neteweyên hundirê wî welatî tepeser dike. Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ji sala 1393’an a Rojî heya niha 16 Belûç qetil kirin e.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îranê di deverên belûç akincî ên rojhilatê Îranê, bi gulle reşandina rasterast bi ser welatiyên sivîl de, li heyamê salekî 22 kes kuştine û birîndar kirin e.

Çalakvanên neteweya Belûç liser kuştina welatiyan ragihandin: Tevî vê yekê ku bi caran alimên olî û hemwelatiyên Sistan û Belûçistana Îranê hember kiryarên nemirovane yên hikûmeta Îranê derheq kuştina Belûçan de bertek nîşan dane, lê hikûmeta Îranê kuştina welatiyên bi dawî nayîne.

Gor raporta çalakvanên Belûç, hêzên leşkerî ên ser bi Sipaha Pasdara şaxa “Mêrsad” mezintirîn para kuştina welatiyên Belûç bi stu girtiye.

\"25572.jpg\"
Welatiyên Belûç ên ji aliyê hikûmeta Îranê ve gulle bi ser de hatinî reşandin
Di nava 22 kuştiyan de jin û ciwan jî tên dîtin ku di cadeyan û nav bajaran de hatine tune kirin.

Di yek ji wan haletên kuştinan de, ajovanek bi sedema nebûna testîq û belgeya ajovaniyê hatiyer qetil kirin.
Kampaniya berevanî kirin ji mafên Belûçan jî ragihand: Raport tenê sebaret bi haletîn hatî tesbît kirin e; jiber ku di rastîş de zêdetir ji wane hatine kuştin.

Hikûmeta Îslamî ya Îranê ne tenê Belûçan belkî hemû neteweyên wî welatî bi kuştinan re rû bi rû dihêle.

Gorî raporta Navenda Amar a ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmara kuştî û birîndarên sala borî li Kurdistanê ku ji aliyê hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve gulle bi ser de hatinî reşandin 143 kes bûne ku ji wan 57 kesan jiyana xwe ji dest dane.