Îran: 10 hezar xwendekar bengdarî madeyên hişber in

20:58 - 21 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Îranê, tevî înkarkirin û veşartina bi salan ya tûşbûna xwendekaran bi madeyên hişber di wî welatî de, serencam bi vê rastiyê mukir hat.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî Nadir Mensûr Kiyayî, midûrê giştî yê ofîsa Parastina Xisarên Civakî yên wezareta Perwerde û Hînkirinê, li ser kanala 2 a navenda Deng û Rengê Îranê (seda û sîma) bi awayekî fermî ragihand:“Me bi salane ku xeter û tahlûkeya tûşbûn bi madeyên hişber qebûl kiriye.”

Nadir Mensûr Kiyayî, tu amarek li ser tûşbûna bi madeyên hişber a xwendevana ranegihand, lê amara ku pêştir şiwêrmendê midûrê giştî yê rûbirûbûn (şer) li gel madeyên hişber ragihanidibû, pejirand.

Wî şiwêrmendê bi navê Hemîd Seramî amaje bi wê yekê jî kir: Sedî 1 ji13 milyonên xwendekarên Îranê, bi madeyên sirker giftar bûne.

Navbirî di berdewamiya axaftina xwe de tevî îşare kirin bi tûşbûna xwendekarên jêr 15 sal bi madeyên hişber, eva jî bilêv kir:Di 10 salêm borî de amara girftarbûna bi madeyên hijber li dibistana ji sedî nîv bi sedî 1 zêde bûye ku ev yek nîşaneya 2 qat bûna tûşbûn bi wan madeyan a xwendekaran e.

Hemîd Seramî di dawiya axaftina xwe de diyarkir: Sedî 55 a hemwelatiyan piştî 5 salan ji giriftarbûna evladên xwe bi madeyên hişber haydar dibin.

Hêjayayî gotinê ye, berevajî axaftinên jorîn û rexma amarên fermî yên hikûmetî li ser tûşbûna xwendekaran bi madeyên hişber, nûnerê Perwerde û hînkirnê ev yek înkar kir û malbat sedemên sereke yên tûşbûna xwendekaran bi madeyên hişber dan zanîn.

Şûşe, hebên hişber û heşîş, ji hezkirîtirîn madeyên hişber di nav nifşa xwendekar tên hejmartin.

Ofîsa Rûbirûbûn (şerkirin) ligel Madeyên Hişber û Cezayên girêdayî vê yên saziya Neteweyên Yekbûyî li Îranê, bi aşkere ragihandiye:“ Îran duyemîn welatê bikaranîna madeyên hişber li cîhanê tê hejmartin”.